Di doza tiryakê de çawîşên pispor hatin cezakirin, fermandarê qereqolê hatin beraetkirin

  • rojane
  • 09:15 4 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Bi hinceta tiryaka di emaneta edlî de firotine li 3 çawîşên pispor 10 sal û 3 meh cezayê hepsê hat birîn û derbarê Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Hakan K. de ku hatibû diyarkirin wî ferman daye çawîşên pispor, biryraa beraetê hat dayîn. 
 
Bi hinceta tiryaka ku di emaneta edlî de firotine Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Hakan K. û çawîşên pispor Ferhat O., Kemal T. û Osman T. jî di nav de derbarê 7 kesan de doz hatibû vekirin. Doza li Dadgeha Cezayê Giran a 12'an a Amedê bi dawî bû. Dadgehê ceza li 3 çawîşên pispor birî û derbarê Fermandarê Qereqolê Hakan K. û 3 bersûcên din de biryara beraetê da. 
 
Bûyer bi beyanên kesên bi navê "X" û "Y" dest pê kiribû ku ev her du kes di 24-26'ê Îlona 2019'an de çûbûn Fermandariya Cendirmeyan a Amedê û gilî kiribûn. Şahidên nepen di îfadeya xwe de gotibûn: "Fermandarê Qereqola Cendirmeyan Hakan K. û çawîşên pispor Ferhat O. û Kemal T. beriya operasyona Fermandariya Cendirmeyan a Amedê ya li dijî bazirganî û hilberîna tiryakê, bi beranberiya pereyan xeber gihandine kesê bi navê Necat Î. Van kesan tiryaka di depoya emaneta edlî ya Fermandariya Cendirmeyan a Licê de jî bi rêya heman navbeynkaran firotine." 
 
Piştî van agahiyan Dozgeriya Komarê ya Amedê jî lêpirsîneke "nepen" dabû destpêkirin û dest bi şopandina kesên gumanbar kiribûn. Di dema lêpirsînê de, di 26'ê Mijdarê de, îxbarek hatibû û di lêgerîna li ber Qereqola Cendirmeyan a Mermerê ya Sûrê de eskeran wesayîta çawîşê pispor FErhat O. dabûn sekinandin û di wesayîtê de 8 kîlo û 660 xiram tiryak dîtibûn. Ferhat O. ku sûd ji "qanûna poşmantiyê" girtibû, di îfadeya xwe de li xwe mikur hatibû ku tiryaka firotine pereyê wê li hev payê kirine û serekê vê danûstendinê jî Fermandarê Qereqolê Hakan K. ye. Piştî vê Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Hakan K. û çawîşê pispor Kemal T. û Osman T. û keyayên gundan A.Y. û N.Î. hatibûn binçavkirin. 
 
Fermandarê Qereqolê Hakan K. û her sê çawîşên pispor di 29'ê Mijdara 2019'an de hatibûn girtin. Dozgeriyê derbarê her 4 esker û keyayên gundan Abdûllah Y. û Necat Î. yên hatibûn girtin îdianame amade kiribû û xwestibû 27 sal ceza li wan bê birîn. Danişîna ewil a dozê di 15'ê Hezîrana 2021'ê de li Dadgeha Cezayê Giran a 12'an a Amedê hatibû lidarxistin. Hakan K. di danişîna ewil de hatibû berdan. Di danişîna dudoyan de jî heyeta dadgehê hatibû guherandin. Piştî materyalên dîjîtyal ên Ferhat O. hatibûn vekolandin, kesê bi navê Yuksel B. jî daxilî nav dosyeyê hatibû kirin û Yuksel B. diyar kiribû ku yê ku tiryak daye zevtkirin ew e.
 
Doz di 8'ê Mijdarê de bi dawî bû. Dozger di mutalaaya xwe de xwest Fermandarö Qereqolö Hakan K., çawîşên pispor Ferhat O., Kemal T. û Osman T. û keya Necat Î. bi sûcê "bazirganiya tiryakê û peydakirina wê" û "zîmmetê" bên cezakirin û ji ber ku tişta kirine di çaçroveya "fealiyetên rêxistinê" de ne xwest cezayê li wan bê birîn qatek din jî bê zêdekirin. 
 
Dozger di mutalaaya xwe de doza beraeta Abdûllah Y. û necezakirina muxbîr Yuksel B. kir. 
 
Dadgehê bi sûcê "bazirganiya tiryakê û peydakirina wê" 6 sal û mehek û bi sûcê "zîmmetê" jî 4 sal û 2 meh ceza li çawîşên pispor Ferhat O., Kemal T. û Osman T. ên girtî birî. Her wiha dadgehê li van kesan 14 hezar û 420 TL jî cezayê pere birî û diyar kir ku sûcên wan ne di çarçoveya "fealiyetên rêxistinê" de ne û cezayê wan zêde nekir. 
 
Dadgehê bi hinceta ku sûcên li Fermandarê Qereqolê Hakan K. hatine îsnadkirin ne sabît in, derbarê wî de biryara beraetê da. Her wiha dadgehê derbarê bersûcên din Necatî Î. û Abdûllah Y. de jî biryara beraetê de û ji bo Yuksel B. jî ragihand ku tiştekî pê bê cezakirin tune ye.
 
 

Sernavên din

18/01/2022
22:06 Li Qoserê formên dersên bijarte nedan xwendekaran
20:23 Ji bo dersa kurdî belavok belav kirin
20:10 Daxuyaniya hevpar a 8 partiyên siyasî: Em bibiryar in ku berpirsiyariya civakî pêk bînin
18:41 Berfê li navçeyên Amedê jî erd spî kir
16:57 'Nobeta Edaletê' ya Wanê di roja 40'î de ye
16:54 Berfê li Amedê rûyê erdê spî kir
16:33 Serokên daîreyan ên qeyûmê Amedê şerê hev kirin
16:15 Artêşa Iraqê gef li Şengalê dixwe
16:14 Wê daxwaza malbatên Nobeda Edaletê digirin li mitînga Amedê olan bide
15:42 HDP'ê xebatên xwe yên mitînga Amedê li Bismîlê domand
15:32 Rêxistinên sivîl banga parastin û bijartina dersên kurdî kirin
15:13 Ceza li Serokê Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:13 Bûldan: Yên ku tecrîdê didin sepandin û qala Îmraliyê dikin ne jidil in
15:03 Li Aydinê hin dibistanan kurdî ji dersên bijarte derxistin
14:43 Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan serdana malbata Şenyaşar kir
14:13 Şenyaşar: Wê hemû deriyê edliyeyên Tirkiyeyê bibin cihên nobeta edaletê
14:13 Leşkeran li Şêrwanê ciwanek kirin binçavan
14:02 Dadgehê cezayê dîsîplînê betal kir
13:03 Çalakiya ‘Gulistan li ku ye?’ di roja 18’an de ye
12:54 Bahçelî bertekên amediyan bi "dabeşkirinê" sûcdar kir
12:43 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:43 PADÊ: Divê Iraq Şengalê neke qada aloziyê
12:23 Faîlê destdirêjiyê Serokê Ocaxa Ulkuciyan a Ûmûrlûyê hat berdan
11:09 29 sal derbas bûn: Kujerên Orhan diyar in
10:26 Ruhê berxwedêr ê Kalo li her kûçeyên Amedê ye
10:22 Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê angaştên derpkirinê lêkolîn nekir
09:00 Di 15 salan de 82 hezar û 253 kes ji ber tahdeyê serî li TKFD'ê dane
09:00 Krîzê traktor pê da firotin, niha jî dora heywanan e
09:00 Heyeta Şopandinê zend û benda badan: Em ê bibin dengê girtiyan
09:00 Li şûna dibistanên hatin hilweşandin navendên bazirganiyê çêdikin
09:00 Çalakgerê greva birçîbûnê Yagiz: Divê her kes li berxwedana li Îmraliyê xwedî derbikeve
09:00 Ji ber strana bi kurdî derbarê wî de îdianame amade kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'Ê
08:56 Li Qeyseriyê erdhej çêbû
17/01/2022
21:22 Karkerê di kana komirê de jehrî bû jiyana xwe ji dest da
20:38 Li Semsûrê kesek hat girtin
19:29 Platforma Jinan a Çîgîlê ji bo berdana Aysel Tûglûkê bang kir
19:12 KCD û DBP çûn taziyeya Kalo
19:00 'DEDAŞ hem ceryanê qut dike hem jî heqê jeneratorê ji gel distîne'
17:04 Wê li pêşiya ATK'ê çalakiya 'Em ê destûr nedin mirinan' bê destpêkirin
16:18 Xebatên HDP'ê yên mitînga Amedê didomin
16:10 Rêveberê HDP'ê Sedat Duşunmez hat berdan
16:04 Dibe ku ciwanê polisan gule lê reşandibûn seqet bimîne
15:39 Li Riha û Colemêrgê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:08 ÎHD: Li Enqereyê binpêkirina mafan zêde bûye
14:41 Ji gotina "xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im" beraet kir
14:23 PENa Kurd banga bijartina dersa kurdî kir
14:05 Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê DBP'ê Aslan taloq bû
14:04 Li ber edliyê gazî kirin: Gulistan li ku ye?
14:03 Doza Geziyê: em teslîm nabin, hûn teslîm bibin
13:48 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li endama MEBYA-DER'ê birîn
13:35 Polêsan li Silopiyayê 3 kesan binçav kirin
13:25 5 roj in agahî ji 3 kolberan nayê girtin
13:12 Rojê nanekê didin girtiyan
13:02 Malbatên girtiyên nexweş: Li girtîgehan ‘hiqûqa dijminatiyê’ tê sepandin
12:44 Gergerlîoglû ji bo xerc û bihayên xwarinên girtiyan pêşniyarqanûnekê da meclisê
12:29 Dêrsim de fotoxrafê vore
11:42 Malbata Şenyaşar: Gelo wê kesekî ku ji vê zilmê re bibêje bes e dernekeve?
11:32 Rêveberê HDP'a Wanê hat binçavkirin
11:31 Rewşa girtiyê 29 salan Yildirim giran dibe
11:26 Kalo heta mirinê rastiyan gihand xelkê xwe
09:54 Kolberek birîndar bû
09:08 HDP wê li Amedê mitîngek mezin li dar bixe: Gelê Amedê wê bersiva êrişan bide
09:08 Parêzer Gîzem Mîran: Tecrîd sûc e û divê were rakirin
09:08 Guleryuz ê HDP’yî: Em di lêgerîna temsîlyeta rasteqîn de ne
09:08 Bi endîşeya ku wê zarokên xwe nebîne dê emeliyat bibe!
09:08 Jin dixwazin Aysel Tugluk were berdan: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2022
20:04 Cenazeyê du penaberan ku qerisîne hatin dîtin
18:21 Zeydan: Keda gelê me wê azadî û aştiyê bîne
18:04 Xelk li eywanê bicih nebû, kongre li kuçeyê pêk hat
17:53 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:08 Di nobetên edaletê de serdanên piştgiriyê didomin
16:29 Geveriyan Zeydan bi coş pêşwazî kirin
16:18 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
16:11 Generalê biçûk Kalo hat veşartin
15:52 'Kujerê Enes ev pergal e'
15:22 Ji çar milan ve xebatên mitînga HDP'ê tên kirin
15:06 Bûldan li Êlihê banga bi dawîkirina tecrîdê kir
14:39 HDP li Edenê jî diçe kongreyê
14:38 Tûran: Bi HDP'ê pêvajoyeke nû tê avakirin
14:05 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 314'an de didome
13:40 HDP bi komeleyên heremî re civiya: Ji welat re rêya sêyemîn pêwîst e
12:40 Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Bîerbaûm: Divê qedexeya PKK'ê rabe
12:13 Generalê biçûk ê Apê Mûsa, Kalo jiyana xwe ji dest da
11:41 Baz Efrîn: QSD amade ku gelê xwe biparêze
11:39 Mizrakli: Kesên xatirê wan li cem me nîne qet nabe daristana wan hebe
10:25 Ji bo Tifaqa Demokrasiyê 8 partî tên tên gel hev
09:49 Mele Ozdemîr cara sêyemîn hat girtin
09:04 Li çar hawirdorên cîhanê jin ji bo Tûglûkê bûn yek deng
09:03 ‘Em navê Bahçelî naxwazin, bila bi navê Tahir Elçî be'
09:02 Seroka Giştî ya Malên Gel: Yekîtiya çalakiyê şert e
09:01 Emeklî-Sen: Em ê di nav Tifaqa Demokrasiyê de cih bigirin
09:01 Hunermend Taşdogan: 'Xem Neke' diyarî wê berxwedanê ye
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2022'YAN
15/01/2022
21:33 Gel vexwandin mîtînga Amedê ya HDP'ê
21:13 Bila girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz bê berdan
19:34 Li Şakranê tevî kûçikan davêjin ser qawîşên girtiyan
19:19 Banga malbatên girtiyan: Em ji bo zarokên xwe bibin yek
18:46 Mûrat E. yê ku polîs û notirvanan îşkence lê kirin jiyana xwe ji dest da